Helbest
 Pexşan & Çîrok
 Tenduristî
 Wekî dî

 E-Mail: info@dilbijin.com


Kêfa te ji vê malperê re hat û tu dixwazî tê de bixebitî yan jê re binivîsînî?
Fermo:

>> info@dilbijin.com

14.10.2006
Bibe yara min!
Sîrwan H. Berko

Bibe yara min
û ezê ji te re
ne Memê Zînê bim,
ne jî Romyoyê Julyayê;
ezê nikaribim ne stêrên ezmên
diyarî te bikim,
ne jî şîrê çûkan ji te re peyda bikim. » bixwîne...
------------------------------------------------------------------------------
09.10.2006
Tava Hîvê
Receb Dildar

Tava hîvê diçirise
Li bîbikên çavên te
Bêçare
Xwe diavêjim derya wan
Dixeriqim
Pê re diçim. » bixwîne...
------------------------------------------------------------------------------
26.06.2006
Bêyî Te - Ohne Dich
Jörn Pfennig

Kî îşev henasa te dikişîne
kî ye, yê ku nermahiya te wî xemgîn dike
ji ber tirsa ku ew sibe dikare bi dawî bibe -
kî îşev xwe di evîna te de zindan dike -
kî êdî bêyî te
xwe wilo hest dike
mîna min
bi temamî bitenê hiştî » bixwîne...
------------------------------------------------------------------------------
25.06.2006
Xweztek*
Christoph Meckel

... û çiqasî dixwazim niha li cem te bama. Çiqasî dixwazim tiştekî bo te bikim, ji te re rojnameyekê bi nûçeyên xweş bikirim, nivîşkê ji qiraxên lêvên te maçî kim, belkî binçoga te bifirkînim, hema çi be...
Wextî ez biketama dema te telefonî min kir, dengê te ewqas nêzîk bû û mîratê ewqasî dûr jî. » bixwîne...
------------------------------------------------------------------------------
25.06.2006
Girêdan
Hekîm Sefqan

Dixwazim li cem te bim, naxwazim ji te dûr bim.
Li nav herdu lêvên te ez aheng û bilûr bim.
Ger tu bibî rêwî, ser milên te ez tûr bim.

Ger tu bîbî bûhar, ser sînga te kulîlk im.
Ger tu bibî hêlîn, wê demê ez çivîk im.
Ger bimirî yan jî bijî, herdu caran şirîk im. » bixwîne...
------------------------------------------------------------------------------
22.06.2006
Şevek zîv
Kemal Necim

Memikên te ji fedya ranedizan.
Ew cara pêşî bû
serê xwe datanîn ser balgiyeke
tazî.
Jixwe nivîna min
ji xewa ket.
Cara pêşî bû
sînga xwe ji ahînên mê re vedikir..!! » bixwîne...
------------------------------------------------------------------------------
19.06.2006
Hevdîtina pêşî
Dilda

Bi destê min girt. Lêvên wî gihan destê min. Agir bi laşê min ket. Dinya sekinî. Xelkên li dora me winda bûn. Ez wî man bitenê. Me hev bi çavan xwar. Çavên min jê re digot: Te dixwazim! Canê min te dixwaze! Were agirê de laşê min de vemirîne! » bixwîne...
------------------------------------------------------------------------------
18.06.2006
Ji cîhana êrotîk çend kurtehelbest
Hans-Christoph Neuert

Me ji hev hez kir
vexwar
xwe bi dilbijînê
serxweş xist
lê tevî ewqas kêfxweşî
tîbûna min ji te re
bêtir bû » bixwîne...
------------------------------------------------------------------------------
18.06.2006
Ji te hez nakim
Pablo Neruda

Ji te hez dikim û nezanim çilo, ne kengî û ne li kû,
ji te hez dikim hema bê pirs û bê serxweçûn:
wilo ji te hez dikim, çimkî wekî dî nikarim hez bikim,

bêtir bi vî şêweyî, ku ne ez heme û ne tu heyî,
ewqasî nêzîk, ku destê te li ser sînga min tenê ya min e,
ewqasî nêzîk, ku ez di xewa xwe de çavên te digirim. » bixwîne...
------------------------------------------------------------------------------
18.06.2006
Xewnek sêwî
Sîrwan H. Berko

Em dest bi dîlanê dikin... Dîlaneke li ser muzîka bêhna te tev li ya lêvên me.
Bi zorê dengên bahozên payîzî têne me..
Dinya sar eee... lê di hundir de wek agir e!
Lêvên me hîn bi hev re ne, dev ji hev bernadin...
Bê gotin dizanim tu çi dixwazî...
Dîlan germ dibe, dişewite, bi agirê li dora me! » bixwîne...
------------------------------------------------------------------------------
18.06.2006
Heta heta - Für immer
Manfred Ach*

Dixwazim meyê vexwim
li başûrê dilê te,

agirê birçîbûna xwe
di nav lingên te de vemirînim,

di orta memikên te de
bi jiyanê heqê evînê bidim,

û di daristanên porê te de
çavên xwe bigirim heta heta » bixwîne...
------------------------------------------------------------------------------

  »Dilbijîn« ...
peyveke kurdî ye, wateya wê bi erebî "şehwe" ye û bi zimanên cîhanî "lust" e. Weke mînak: Dilê Mem dibije Zînê;
tenê nivîsên (pexşan, helbest, çîrok, ...) li ser evîn û erotîk diweşîne. Ew herweha wergerên ji zimanên biyanî jî hembêz dike. »Dilbijîn« dê herweha agahiyên zanistî û hemî tiştên bi mijarên jorîn ve girêdayî biweşîne;
dê hewil bide ku bibe mîna dibistaneke internêtî ya evîn û erotîk.
  Çima »Dilbijîn«?
Ji ber zimanê kurdî zimanê evînê ye û tenê bi ziman evîn xweş dibe.
Ji ber divê em bikaribin hertiştî bi zimanê xwe yê şêrîn binivîsînin û gerek xewn û fanatziyên me bi zimanê me bêne nivîsandin.
Ji ber jiyana bêyî evîn û erotîk jiyaneke windayî ye.
Ji ber divê sînor bêne şikandin.
  Çawa?
Herkes dikare bi nivîs an jî wergerên ji zimanên biyanî beşdarî »Dilbijîn«ê bibe.
Tenê nivîsên bi zimanê kurdî (tîpên latînî) têne weşandin.
Nivîsên ku ji zimanên dî têne wergerandin, divê ligel nivîsên orîjînal bêne şandin bo »Dilbijîn«ê.
»Dilbijîn« tenê wan nivîsan diweşîne, yên ku bi taybetî jê re têne şandin. Nivîsên ku li deverine dî hatibin weşandin, dikarin ji »Dilbijîn«ê re bêne pêşniyazkirin. »Dilbijîn« êdî biryara weşandin an neweşandina wan dide.
»Dilbijîn« ji mafê xwe dibîne ku hemî nivîsan serast bike, bêyî ku nivîskêr agahdar bike. Ew herweha ji mafê xwe dibîne, ku nivîsan bêyî diyarkirina sedeman neweşîne. »Dilbijîn« xwediyên berheman bi derengî 7 rojan piştî hatina berheman agahdar dike, bê ewê wan biweşîne yan na. »Dilbijîn« dê di vê demê de bersiva ti e-mailan nede û ji xwediyên berheman tika dike, ku hinekî bêhna xwe fireh bikin ta bersivek ji wan re bête şandin.
»Dilbijîn« ti wêneyan naweşîne. Wêne tenê têne weşandin, eger girêdaneke wan a gelekî giring bi nivîsandinê ve hebe. Tabloya di malperê de dê her car bête guhertin. Navê xwediyê tabloyê dê li ser tabloyê bête nivîsandin.
E-maila ji bo têbînî, rexne û pêşniyazan an jî ji bo şandina berheman ev e: info@dilbijin.com


© www.dilbijin.com - 2006 [ info@dilbijin.com ] - Liebe auf Kurdisch - Love in Kurdish - Amour en kurde